Roj bi roj turîzma Tirkiyê têk diçe

Wezarata Çand û Turîzmê ragihand ku li gorî par sûda ji turizmê tê ji sedî 2,88 kêm bûye. Sedema kêmbûnê bi taybet jî wek teqînên li Tirkiyê çêbûne tê nîşan dan.

K24 - Enqere

Aboriya Tirkiyê di salekê de ji turîzmê 477 mîlyar dolar sûdê werdigre. Lê belê di sala 2015an de ew rêje daket.  Wezarata Çand û Turîzmê ragihand ku li gorî par sûda ji turizmê tê ji sedî 2,88  kêm bûye. Sedema kêmbûnê bi taybet jî wek teqînên li Tirkiyê çêbûne tê nîşan dan.

Bûyerên li Tirkiyê bandoreke gelek girîng li ser turîzmê dihêle. Herî dawî piştî teqina Stenbolê, welatên Ewropayê, bi taybet jî Elmanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçîn Tirkiyê.

Serokê Koma Turîzma Anatolîya Seçkîn Aydın diyar kir ku ew di turîzmê de ne bi tenê behr, roj û qûmê, tiştên din jî pêşkêş dikin û ji K24ê re wiha axifî: "Em ewlehiyê jî difroşin.  Ew bûyerên dawi bandorek neyînî  hiştin. Lê li Tirkiyê berê jî bûyerên wiha pêk hatibûn. Ev demsala ku em niha di nav de wê dîsa rast bibe û serdana tûrîstan wê dîsa xûrt bibe."

Piştî qeyrana ligel Rusyayê, welatiyên Rûs serdanên xwe yên bo Tirkiyê qût kirin û niha jî welatiyên Elmanya û Ewropayê ji ber metirsiya ewlehiyê bernameyên xwe yên bo Tirkiyê betal dikin.

Di vê derbarê de Serokê Oykû Tourê Gokhan Ekinci mînaka Tunusê da û got: "Ewropayî gelekî giringiyê didin ewlehiyê. Herwiha ev demeke dirêj e qeyrana turîzmê berdewam dike. Lê belê ez bawer nakim ku pirsgirêk gelekî berdewam bike."

Saziya Amarên Tirkiyê derbarê rewşa 2015ê de raportek amade kir. Di raportê de hat ragihandin ku di 2015ê de turîzma Tirkiyê ji sedî 13,8 kêm bûye, ango 7 milyar û 733 milyon û 677 bin dolar. Herwiha piraniya turîstên ku serdana xwe ya bo Tirkiyê rawestandine welatiyên Rûsyayê ne.