Çîroka zarokekê Helebê ku ji dengê bombeyan lal bûye

Li ser laşê wê jî birîn derdikevin.
kurdistan24.net

 

K24-Stenbol

ku ev du hefteye ji ber bomberanan dîsa ketî rojeva cîhanê, çîroka zarokekî penaber. Laneya 6 salî ya ku beriya du salan ji ber bombebarana li xaniyê wan hatî kirin behremendiya axaftinê wenda kirî li Stenbolê dest bi dibistanê kir.  Tê hêvî kirin ku bi saya dibistanê dîsa zimanê wê bigere.

Heleba ku bajarê dêrîn yê Suriyê, ev nêzî 5 sal in ji şerê navxweyî ziyanên herî mezin dîtiye, ev nêzî du hefte ye ku ji ber bombeyên li ser bajêr tên barandin, dîsa ket rojeva cîhanê. Wan bombeyan herî zêde jiyana zarokan têk bir.  

Yek ji wan zarokan jî Lane ye. Beriya du salan bombeyek ji wan bombeyên li Helebê hatin barandin bi mala wan ket… Baş bu ku di bombebaranê de ji malbatê kesek nemir lê mixabin vê bûyerê birîneke gelekî kûr li cîhana biçûk a Laneyê vekir.

Zimanê Laneyê êdî nagere û ew êdî nikare baxive.

Malbata wê, Lane anîne Stenbolê. Ev du sal in hewl didin vê arîşeya tendûristiyê çareser bikin lê mixabin hê tu encamên erênî derneketine holê.

Derbarê bûyerê Dayika Laneyê wiha axifî:"Piştî wê bomberbaranê êdî qet ne axaft. Me bir nojdar. Gotin, ji tirsan şok derbas kiriye. Gotin, hertim pê re baxivin. Ez gelekî li pey ketim, carek du caran çend peyv ji devê wê derketin, hema ewqas…"

Lane, êdî ne tenê bêdenge, Ji ber wê tiravmayê bi berdewam laşê wê dibe birîn û ev birîn bi demê re ji nûve peyda dibin.

"Ev birîn jî piştî wê buyerê peyda bûn. Em piştî demekê pê hesiyan. Çawa ku Lane bêdeng dibe û têkiliyên xwe li gel derdorê qut dike ev birîn jî li laşê wê vedibin." 

Malbata wê, ev du sal in li Stenbolê bo ku zimanê wê dîsa bigere û ev arîşeya tendûristî çareser bibe diçin ba nojdaran. Lê birîna herî mezin di nava dilê nazik yê Laneyê de vebûye.

Ji bo ku êşa dilê Laneyê kêmtir bibe delîveyeke nû vebû. Dibistaneke ku ji ber pewerdehiya zarokên penaber yên Surî hatî çêkirin dest bi perwerdehiyê kir. Lane li dibistanê gelekî şermok bu û di tirsiya. Diyare heta hînî dibistanê bibe dê hinek zehmetiyê bikêşe. Lê gerînendeya dibistanê Kîfah Mirada ku ew jî wekî Laneyê penaber e diyar kir ku; ji bo van zarokan dîsa têkilî jiyanê bikin û pêwendiyên wan digel jiyanê xurttir bikin tişta ku ji destê wan bê dê bikin.

"Ev zarok ve 2 sale neçüye dıbıstanê.heta ku bizanin dibistan çaweye ,ders çawaye  ew ê zehmetiyan bikşînin. heta hefteyekê, mehekê dê vê derbas bike''

Li Tirkiyê, ji nêzî 800 hezar zarokên Surî yên penaber di temenî çuyîna dibistanê de ne û gelek ji van zarokan wekî Laneyê ji travmayên mezin derbas bûne. Li aliyekê hewldanên pêçana birînên Laneyan berdewame li aliyekê jî ji ber şer li Helebê û bajarên din travma û birînên li ser bîr û bedenên biçûk, bê navber di domin.