Çi di Projedestûra Rûsyayê de heye?

Tevî ku dihat gotin civînên Astana wê tenê aliyê serbazî û rewşa meydanî li xwe bigre, wate rawestandina şer û ragihandina agirbestekê li Sûriyê, lê aşkere bû, ku Rûsya pirojedestûreke nû daye opozîsyona wî welatî.
kurdistan24.net

 

K24 – Naneda Nûçeyan

Tevî ku dihat gotin civînên Astana wê tenê aliyê serbazî û rewşa meydanî li xwe bigre, wate rawestandina şer û ragihandina agirbestekê li Sûriyê, lê aşkere bû, ku Rûsya pirojedestûreke nû daye opozîsyona wî welatî.

Hîn nehatiye zelalkirin, ka ew destûra Rûsyê pêşkêşî opozîsyonê kiriye ji çi tê de heye, lê opozisyon wê yekê red dike û dibêje danîna destûreke nû ji mafê gelê Sûriyê ye û nabe welatekî din destêwerdanê bike.

Nehatiye zanîn jî, ka Rûsiyayê ew heman projedestûra nû pêşkêşî şanda rêjîma Sûriyê kiriye yan na. Lê berî niha jî behsa wê yekê dihat kirin, ku Rûsiya destûreke nû wek proje daye rêjîmê jî, lê rêjîmê ew nûçe red dikirin.

Projedestûra Rûsî  ya ku dihat gotin radestî rêjîmê kiriye, hin xalên wê hatibûn aşkerekirin, ku ew proje mafê Kurd li Sûriyê diparêze. Ji wan xalan jî  guhertina mada yekem ji destûra 2012an, navê Sûriyê bibe Komara Sûriyê. bê gotina Erebî.

Herweha Sûriya nû bê nasnameyeke olî be û wekheviyeke temam di navbera herdu zimanên Erebî û Kurdî de hebe, wek du zimanên fermî, bê liberçavgirtina rêjeya Kurdan li Sûriyê ka çende. Herweha wekhevî ne tenê di ziman de, lê belê Kurd hevpar bin di ax û siyasetê de jî. Herweha bi cêkirina sîstemê “Nenavendî” li Sûriyê.

Heger projedestûra nû ya Rûsyêya ya ku pêşkêşî opozisyonê kiriye her  wan xalên berê li xwe bigre, Kurd wê destkeftinên mezin di wê destûrê de bidest bixin, ku wê xwedî helwesteke xurt û bi bandor bin di Sûriya nû de.