Li rojavayê Kurdistanê 41 kes bi Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 41 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 41 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

 Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, 41 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. 

Haletên hatine tomarkirin: 9 kes li Hesekê, 10 kes li Dêrikê, 6 kes li Qamişlo, 9 kes li Girkê Legê, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Amûdê, 1 kes li Çilaxa û 1 kes li Til Temirê.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1711 kesan, ji wan 67 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 14 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 451 kesan.