Peskov: Li Rûsyayê kovareke weke Charlie Hebdo nikare derkeve
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Dmitri Peskov ragihand ku kovareke weke Charlie Hebdo li Rûsyayê nikare derkeve ku sivikatî li pîroziyên bawermendan bike.
Dmitri Peskov ji Kommersant FM re axiviye û li ser pirsa "Gelo kovareke weke Charlie Hebdo, li Rûsyayê dikare weşana xwe bike?" diyar kiriye: “Na, divê ev yek her dem li ber çavên me be û em jibîr nekin ku nêzîkî 20 milyon misilman li Rûsyayê dijîn. Tevî ku ola serdest a Rûsyayê Mesîhî ye.”
Peskov tekez kiriye; Rûsya di wê baweriyê de ye ku ti maqûliyetek tê de nîne ku sivikatî li hest û sozên bawermendan were kirin.
Herwiha destnîşan kiriye ku kuştina xelkê jî rewa nîne û bi ti awayî bûyerên kuştinê nayên qebûlkirin.
Charlie Hebdo kovareke karîkaturan a Fransî ye. Berî niha hejmarek karîkatur belav kiribûn ku tê de wêneyên Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed bi awayekî kesekî "terorîst" hatibû xêzkirin û kovar li ser vê yekê rastî rexneyên mezin hatibû û li welatên misilmanan bi milyonan misilman li dijî vê kiryara kovarê, xwepêşandan encam dan.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî çend roj berê ragihand ku belavkirina wan karîkaturan azadiya ramanan e û Fransa xwedî nirx û pîvanên xwe ye.