Baba Noel û hevjîna wî bi dehan zarok tûşî koronayê kirin

Li eyaleta Georgia ya Amerîkayê, Baba Noel û hevjîna wî, bi dehan zarok tûşî vîrusa koronayê (Covid-19) kirin .
Baba Noel
Baba Noel

Navenda Nûçeyan (K24) – Li eyaleta Georgia ya Amerîkayê, Baba Noel û hevjîna wî, bi dehan zarok tûşî vîrusa koronayê (Covid-19) kirin û ew zarok, bû du hefte ji perwerdeya li dibistanan bêpar mane.

Bi dehan malbatên li eyaleta Georgia ya Amerîkayê dema bihîstin ku Baba Noel û hevjîna wî hilgirên vîrusa koronayê ne û diyarî dane zarokên wan.

Aliyên peywendîdar heta niha 50 zarok xistine karantînayê û biryar e 14 roj di karantînayê de bimînin.

Ne tenê li Amerîkayê, li navîna vê mehê, li Belçîkayê jî Baba Noel hilgirê koronayê bû û çûbû mala kesên bi temen û herî kêm 75 welatiyên yextiyar tûşî koronayê bûbûn.