Mesrûr Barzanî li Silêmaniyê bi hejmarek ciwanên xwedî kar re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Silêmanîyê de li gel hejmarek ciwanên xwedî kar kom bû û guhdarî daxwaz û armancên wan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Twittera li ser wan ciwanên xwedî kar nivîsand û got ku peyama wî ji wan re ew e, bila her tim xewnên wan ên mezin hebin û kêfxweşiya xwe bi projeyên wan ên nû nîşan da û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî 23.5.2021ê serdana bajarê Silêmanî kir û li wir kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran danî.
Ew proje, yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo bazarkirina genimê cotyaran û dabînkirina asayişa xwarekê ye.