ENKS: Niha zemîneke baş ji bo destpêkirina civînên diyaloga Kurdî heye

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, niha zemîneke baş ji bo destpêkirina civînên yekrêziya Kurdî heye.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, niha zemîneke baş ji bo destpêkirina civînên yekrêziya Kurdî heye.

Şandeke Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji Rojavayê Kurdistanê gihîşt Hewlêrê û bi amadebûna Serokê ENKSê Siûd Mela bi Komîta ENKSê ya Pêwendiyên Derve û Nûnerê ENKSê di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de civiya.

Derbarê pirsa diyaloga Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, “Di dema borî de civînên diyaloga Kurdî ji ber binpêkirinên PYNKê hatibûn rawestandin, lê vê dawiyê û piştî serdana Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet ji bo Sûriyê David Brownstein bo ofîsa me ya li Qamişlo, niha hin pêşketin wê derbarê de çêbûne û hêvîdar in di demeke nêzîk de dest bi danûstandinan were kirin.”

Mihemed Îsmaîl tekez kir jî, çavê gelê Rojavayê Kurdistanê li serkeftina diyaloga Kurdî ye û ew çaverê ne ku zemîneke baş peyda bibe û zehmetî û astengiyên rûbirûyî wan dibin bi dawî bibin.

Li ser rola Amerîka, Mihemed Îsmaîl diyar kir, aliyê Amerîka cidî ye ku yekrêzî di navmala Kurdî de çêbibe û hebûna wê li deverê jî girêdayî yekrêziya Kurdî ye yekhelwestiya pêkhateyên din jî hebe.

ENKS û PYNKê ji Mijdara 2019'an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstendinên yekrêziya Kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de dikin, lê demek e danûstandin rawestiyane.