Blinken: Hevbeşiyeke bihêz a Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye

Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Anthony Blinken wergirt
Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Anthony Blinken wergirt

Hewlêr (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Anthony Blinken wergirt.

Di nameyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, kêfxweşiya xwe diyar kiriye ku wî di Konferansa Ewlekariyê ya Munichê ya di meha Sibatê de ligel Serok Nêçîrvan Barzanî hevdîtin kiriye.

Blinken ku roja 18ê Sibatê di Konferansa Asayişa Munichê de bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiribû, tekezî li ser giringiya peywendiyên aram ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiribû û gotibû divê pirsgirêk bên çareserkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Blinken di nameya xwe de îşaret bi wê yekê kiriye ku, ew derfetek bû ji bo tekîdkirina li ser pêwîstiya bi yek carî çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û li hevtêgihiştinê.

Herwiha Blinken di nameya xwe de tekez kiriye ku, Amerîka hevkarî û hevbeşiyek bihêz ligel Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye.

Blinken di heman demê de berdewamiya piştevaniya bihêz a welatê xwe ji bo Iraq û aramî, ewlehî û serweriya Iraqê nîşan daye.