Heşt milyon kesên neçûne ser sindoqan kî ne?

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinê amarên fermî yên hilbijartinên Tirkiyê ragihandin û eşkere bû ku ji sedî 13ê dengdêran neçûne ser sindoqan. Ev rêje nêzikê sê hindeyê rêjeya cûdahiya dengên her du namzedên sereke yên hilbijartinê Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu ye.

Heke mirov girîngiya vê rêjeyê ser înfografîkekê zelaltir bike, pêwendiya rêjeya beşdariyê bi cûdahiya dengên berbijêran wiha ye:

- Di gera yekemîn a hilbijartinê de heşt milyon û 312 hezar û 531 kes neçûne ser sindoqan.

- Cûdahiya dengên Erdogan û Kiliçdaroglu jî du milyon û 538 hezar û 671 e.

- Sînan Oganê ku wekî yekalîkerê hilbijartinê tê nasîn, du milyon û 831 hezar û 239 deng, Muharrem Înce jî 235 hezar deng anîne.

Lê dema mirov berê xwe dide vê înfografîkê gelek ciwan eşkere dibe ku yekalîkerê hilbijartinê ne Sînan Ogan e. Heşt milyon dengdêrên ku neçûne ser sindoqan ku nêzikê sê hindeyê cûdahiya dengên Erdogan û Kiliçdaroglu û dengên giştî yên Sînan Ogan û Muharrem Înce ne. Li vir pirseke mezin jî diyar dibe. Kî ne ev ên neçûne ser sindoqan?

Li gorî nexşeya rêjeya beşdariyê ya bajaran, bi zelalî tê dîtin ku piraniya kesên ku deng nedane Kurd in. Li bajarê Tirkiyeyê rêjeya beşdariyê ji zêdetir ji sedî 90, li bajarên bakurê Kurdistanê jî di navbera ji sedî 70 û 80ê de ye. 17 bajarên bakur jî ew bajar in ku dengên HDPê lê herî zêde ne. Lewma mirov dikare bibêje yên neçûne ser sindoqan dengdêrên HDPê ne.

Gelek eşkere ye ku HDPê nekariye dengdêrên xwe bibe ser sindoqê û pêwîstiya her du namzedan, zêdetir ji dengên Sînan Ogan, bi van dengan heye.

HDP a di hilbijartina parlamenteriyê de nekarîye dengdêrên xwe bibe sindoqan, gelek zehmet e ku bikaribe ji bo Kemal Kiliçdaroglu dengdêrên xwe razî bike.

Di ser vê de jî Kiliçdaroglu piştî gera yekemîn da ku dengên rastgiran werbire, bi awayekî nerasterast rexne li Pêvajoya Aştiyê girtibû û ev e jî sedema duyemîn e ku dengdêrên HDPê ji bo wî neçin ser sindoqan.