Li Diyarbekirê heşt kes bi idîaya propagandaya PKKyê hatin binçavkirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di çend operasiyonên cuda cuda de 8 kes bi îdîaya propagandaya PKKyê hatin desteserkirin.

Parêzgerîya Diyarbekirê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand, ji alîyê MÎTê, Birêveberîya Sîxurîyê û Şaxa Têkoşîna li dijî Sûçên Sîberê ve li Bismila Diyarbekirê 12 operasiyonen cuda cuda hatine pêkanîn, û di encama operasiyonan de 8 gomanbar bi tohmeta ku li ser malperên xwe yên medyaya civakî propagandaya PKK/KCKyê kiriye hatine desteserkirin.

Gomanbarên ku hatine binçavkirin, piştî bergirîya wan a li birêveberiya polîsan, ji bo serdozgerîya Diyarbekirê hatin veguhastin.