Şarezayên Amerîka: Heşda Şeibî ji bo pêşeroja Iraqê metirsî ye

Şarezayên siyasetê li Amerîka dibêjin, metirsiya Heşda Şeibî di pêşerojê de li ser ewlehiya Iraq, Sûriye û welatên derdora heye, ji ber wê divê Amerîka helwesteke wê ya cidî derbarê Heşda Şeibî de hebe û hikûmeta Iraqê hişyar bike, ji bo ew grûp geş nebe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şarezayên siyasetê li Amerîka dibêjin, metirsiya Heşda Şeibî di pêşerojê de li ser ewlehiya Iraq, Sûriye û welatên derdora heye, ji ber wê divê Amerîka helwesteke wê ya cidî derbarê Heşda Şeibî de hebe û hikûmeta Iraqê hişyar bike, ji bo ew grûp geş nebe.

Damezrêner û Serokê Dezgeha Berevaniya li Demokrasiyan li Washingtonê Clifford May destirêjî û tawanên Heşda Şeibî li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi gava yekem ya planekê ye ku ji zû ve hatiye dariştin, ku li navxwe û li derveyî Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û ji K24ê re got: “Jidestdana Kerkûkê cihê mixabîniyê ye. Baweriya min ya tamam heye ku daxwaza Kurd a serxwebûnê, mafekî rewa ye. Di baweriya min de Amerîka dest bi nehêştina geşedana destêwerdana Îranê û xwasteka wê ya kontrolkirina hemû Iraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Yemenê kiriye, ku ew daxwaza Îranê jî li dijî berjewendiya me ye.”

Her di derbarê vê pirsê de, endamê Dezgeha Berevaniya li Demokrasiyan û şarezayê di warê grûpên terorist de Bill Roggio got: “Ev plan ti pêwendiya wê bi referandûma Herêma Kurdistanê re nîn e, belkû Bexda bi hevkariya hin welatên din ji demekê ve dixwazin Kurd vegerînin rewşa berê û destkeftên wê jê bistînin, lê ev ye ti carî biser nakeve, ji ber ku cihê Kurd îro ji demên berê cuda ye.”

Got jî: “Heger hikûmeta Iraqê bi berdewamî çekê Amerîk bide Heşda Şeibî û berdewam ev hêzê bixwazin êrîşî Herêma Kurdistanê bikin, bêgûman divê Amerîka alîkariya leşkerî û darayî li ser Iraqê rawestîne.”