Govenda Kurdî bi pêşkêşiya komek ciwanan belav dibe

Li Diyarbekirê di bin banê Navenda Perwerdehiya Gel a Bajarê Nû de xebatên parastin û pêşvebirina folklora Kurdî jî tên lidarxistin. Komek ciwanên Kurd ku bi salan e li gelemperiya Tirkiyeyê govenda Kurdî digerînin, 4 caran di nav pêşbirkên lîstikên 81 bajarên Tirkiyeyê de bûne yekemîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di bin banê Navenda Perwerdehiya Gel a Bajarê Nû de xebatên parastin û pêşvebirina folklora Kurdî jî tên lidarxistin. Komek ciwanên Kurd ku bi salan e li gelemperiya Tirkiyeyê govenda Kurdî digerînin, 4 caran di nav pêşbirkên lîstikên 81 bajarên Tirkiyeyê de bûne yekemîn.

Navenda Perwerdehiya Gel a Bajarê Nû, ku di bin banê Wezareta Perwerdehiyê de xizmeta gel dike, di nav xebatên xwe de perwerdehiya govenda Kurdî jî dide. Ev koma ku ji ciwanên Kurd pêk tê, li ser pêşketina govenda Kurdî, bi salan e xebatan dimeşînin. Koma Folklorê ya Navenda Perwerdehiya Gel a Bajarê Nû, hemû şêweyên govenda Kurdî, bi awayê resen, ji bo gelê Bakur û gelemperiya Tirkiyeyê pêşkêş dikin. Ji bo pêşketina vê koma govendê, gelek mamoste jî kedê didin.

Yek ji mamosteyên govendê, Recep Aras e. Aras 16 sal in mamostetiya govenda Kurdî dike û dibêje; govenda Kurdî di hemû pêşbirkan de rastî eleqeyeke mezin tê. Aras derbarê xebatên xwe ji K24ê re wiha axivî: "Ciwanên derdora me, ciwanên Diyarbekirê, ev ciwan herî kêm 9-10 sal in ku di nav vî karê govendê de ne. Û van ciwanan, hem ji bo pêşeroja xwe, hem ji bo paşeroja xwe vî karî dikin."

Ciwanên ku di xebatên cerebeyê de govenda Kurdî digerînin, diyar dikin ku ew dema cerebeyan jî bi heman kelecanê hunera xwe pêşkêş dikin. Govenda ku li ber def û zirneyê tê gerandin, ji bo ciwanên Kurd hem dibe cihê şanaziyê, hem jî li gorî gotina wan; ji bo pêşvebirina çanda Kurdî dibe sedema moralê.

Ji ciwanên govendgêr Bahattîn Aslan, 4 sal in ku di vê komê de cihê xwe digire. Aslan dibêje; dema ez govendê digerînim, nirxê çanda Kurdî zêdetir digirim û dixwazim bêhtir li çanda xwe xwedî derkevim. Aslan got jî: "Hin hevalên me di vê komê de hene ku ev 10-15 sal in em di milên hev de dilîzin. Dema em di milên hev de dilîzin, jixwe ev ji bo me dibe hêz. Ji ber vê yeke, em gelek rehet in."

Keç û xortên ku xwendekarên konservatûara Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê ne, xebatên folklora Kurdî li gelek pêşbirkên neteweyî û navneteweyî pêşkêş dikin. Koma ku ji 32 keç û xortan pêk tê, ji destpêka xwe ya 4 salan û bi vir ve tevlî 4 pêşbirkên govendên herêmî bûne û di nav hemû bajarên Tirkiyeyê de serkeftinên bi pileyên bilind bi dest xistine.