Fîlmê Zagros li Dubayê berbijêrê 4 xelatan e

Fîlmê sînemayî “Zagros” ê ji derhênana sînemakarê Kurd Sehîm Omer Xelîfe di 14emîn xula Fesîvala Navdewletî ya Sînemayê li Dubay de beşdar e û berbijêrê 4 xelatan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fîlmê sînemayî “Zagros” ê ji derhênana sînemakarê Kurd Sehîm Omer Xelîfe di 14emîn xula Fesîvala Navdewletî ya Sînemayê li Dubay  de beşdar e û berbijêrê 4 xelatan e.

Zagros, yekem fîlmê dirêj ê Sehîm Omer Xelîfe ye, ji piştî sê kurtefîlman, di wê festîvalê de jî berbijêrê çar xelatan e û du pêşandanên taybet jê re dibin.

Yekem pêşandana vê berhema sînemayî, sibe 7ê Berçile di demjimêr 10ê şevê de li Mola Îmarat dibe, herwiha roja 9ê Berçile di demjimêr 3ê êvarê bi dema Dubayê li hema molê tê pêşandan.

Derhênerê fîlmê di festîvalê de amade ye û fîlmê wî berbijêrê çar xelatan e, ew jî xelata baştirîn film, baştirîn derhêner, baştirîn aktorê mêr û baştirîn aktora jin.

Zagros yekem fîlmê dirêj ê sînemakarê Kurd e di festival navdewletî “Gent Film” ku mezintirîn festival sînema ya Belçîka ye de xelata baştirîn fîlm a festîvalê wergirt.

Ev berhema sînemayî li Bakurê Kurdistanê, Yonan û Belçîkayê hatiye girtin. Di vê behemê de her yek ji Feyaz Duman, Halîme Îlter, Suat Usta û hunermendê navdar ê Kurd Birader tê de dilîzin.

Sehîm Omer Xelîfa berê di riya kurtefîlmê “Messiyê Bexdayê, Welatê Pehlewanan û Nêçîrvanê Xerab” gelek xelat di festîvalên sînemayê de wergirtibûn.