Derhênerê Rojavayî pergala xwe li Bakur ava kiriye

Li Diyarbekirê, derhênerekî navdar ê Rojavayê Kurdistanê, kar û xebatên xwe yên hunerî li Bakur dewam dike. Derhêner Îdrîs Heyder, ji ber şerê li Sûriyê, 5 sal in ku li Diyarbekirê dijî û bingeha xebatên xwe yên derhêneriyê, ji nû ve li Bakur ava kiriye. Derhênerê Rojavayî, bi xebatên xwe deng vedaye û li ser proje û belgefîlmên çêkirine, xelatên girîng bi dest xistine.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, derhênerekî navdar ê Rojavayê Kurdistanê, kar û xebatên xwe yên hunerî li Bakur dewam dike. Derhêner Îdrîs Heyder, ji ber şerê li Sûriyê, 5 sal in ku li Diyarbekirê dijî û bingeha xebatên xwe yên derhêneriyê, ji nû ve li Bakur ava kiriye. Derhênerê Rojavayî, bi xebatên xwe deng vedaye û li ser proje û belgefîlmên çê kirine, xelatên girîng bi dest xistine.

Derhênerê Rojavayî, Îdrîs Heyder ku 10 sal in bi awayekî çalak xebatên xwe dimeşîne, ev 5 sal in xizmeta Bakur û Diyarbekirê dike. Îdrîs Heyder ji Qamişloya Rojava, ji ber şer û pevçûnan penaberê Diyarbekirê bûye. Heyder diyar dike ku wî di nav 10 salan de bi gelek hunermendên navdar re xebat kiriye. Hunermendê Rojavayî, diyar dike ku hesreta av û axa wî, ji bo wî bûye hêz; ji ber vê yekê ew jî di karê xwe de zêdetir bi pêş ketiye.

Derhênerê Rojavayî Îdrîs Heyder derbarê kar û xebata xwe de ji K24ê re wiha axivî: "Li vê derê min bêhtir giranî da ser vî karî. Ji ber ku dibe hewildaneke ku mirov li ber xwe bide. Lewra tu ji welatekî hatiyî welatekî din, divê tu nekevî rewşeke xirab. Ji ber vê min li vê derê bêhtir li ber xwe da, min bêhtir xwe bi pêş xist."

Li gorî Heyder çêrê dike, derhêneriya wî di serî de bi mereqê dest pê kiriye. Derhênerê Rojavayî diyar dike ku wî li Diyarbekirê bingeheke xurt ji bo pêşeroja karê xwe ava kiriye û ji ber xebatên wî di nav hunermendan de hatine ecibandin, navê wî pêl bi pêl di qada hunerê de belav bûye. Heyder diyar dike ku wî herî dawî bi projeyekê, hunermendên 4 parçeyan gihandine hev û li ser Qamişlo û Şengalê, klîbek çê kiriye û peyama vê klîbê bi van gotinan radigihîne.

Herwiha Heyder dibêje: "Hemû hunermendên me ji wan daxwaz kirin, ji bo projeye piştgiriya me kirin. Bi rastî jî ev proje projeyeke ji bo mirovahiyê bû. Jixwe navê projeye jî banga mirovahiyê ye. Projeya me dengekî baş veda. Proje ji bo gelê me bû wekî peyamekê ku em dikarin xwe bigihînin hev û bibin yek."

Li gorî Îdrîs Heyder çêra xebatên din dike, gelek ajans û karsazên dewlemend jî bi derhêneriya wî, bajarê Diyarbekirê bi belgefîlmên çandî dane naskirin û li ser van belgefîlman jî gelek xelat û pîrozbahî girtine. Derhênerê penaber diyar dike ku derfetên Diyarbekirê ji bo pêşveçûna karê wî zêdetir in û ew ê jî li gorî derfetên xwe xebatên mezintir ji bo Kurdan bi pêş bixe.