Çîrok a koçberiya Kurd ber bi Amerîkayê ve di belge filmekê de hat nişîandan

Çîroka wan hemwelatiyên ku di salên 1900an de ji Bakurê Kurdistanê koçberî Amerîka bûyîn, di dokumantera bi navê "Rêwitiya Dirêj" de hat vegotin. Dokumanter, ji pirtûka "Hesenê Xarpêtî" hatiye lêhênan. Di dokumantera ku Mesut Gengençê Çewlîgî derhêneriya wê kirî de behsa mirovên koçber bûyî û şert û mercên koçberbûnê tê vegotin.

K24-Istanbul

Çîroka wan hemwelatiyên ku di salên 1900an de ji Bakurê Kurdistanê koçberî Amerîka bûyîn, di dokumantera bi navê "Rêwitiya Dirêj" de hat vegotin. Dokumanter, ji pirtûka "Hesenê Xarpêtî" hatiye lêhênan. Di dokumantera ku Mesut Gengençê Çewlîgî derhêneriya wê kirî de behsa mirovên koçber bûyî û şert û mercên koçberbûnê tê vegotin.

Koça di salên 1900an de ji Bakurê Kurdistanê bo Amerîka çêbûyî, bi navê "Rêwitiya Dirêj" bû belgefîlm. Ev belgefîlm li Manîsa, Kapadokya, Foça, Gokçeada ya Tirkiye, li Elezîz û Çewlîga Bakurê Kurdistanê û Girava Ellis, Cleveland, Boston û Salem a Amerîkayê hatine çêkirin. Çêker û derhênerê belgefîlmê Mesut Gengeç dibêje di salên 1900an de ji herçar aliyên cîhanê mirov koçberî Amerîkayê bûne ku di wê serdemê de ji Amerîkayê re digotin "welatê koçberan". Gengeç dibêje hinek ji van çîrokên koçberiyê bûne fîlm û hinek jî bûne roman û diyar dike ku di destpêka salên 1900an de ji Bakurê Kurdistanê koçberiyek zêde bo Amerîkayê çêbûye. Li gor arşîva serjimariya Amerîkayê, di vê serdemê ji Tirkiyê 400 hezar kes koçberî Amerîkayê bûne. Ji vê hejmarê 50 hezar misilman bûn û yên din jî ermenî û cihû bûn. Gengeç dibêje ew koçberî herwiha çîrokeka malbata wî jî bû û bapirê wî jî ji Çewlîgê koç kirine Amerîkayê.

Mesut Gengeç - Çêker û Derhêner, dibêje:"5 sal berê me dest bi kişandina belgefîlm kir. Niha sê ji wan govanan yanî çavdêrên ku di belgefîlm de hevpeyvînên wan hene najîn. Zarok û neviyên koçkirine Emerîkayê jî, vebêjer û gotyarên herî giring in di belgefîlmê de. Ew dramayên me amadekirine jî, rehê belgefîlmê ne. Hemû hevpeyvîn palpişta van dramayan in. Bandora pirtûka nivîskar û rojnameger Bulent Gunal ya bi navê "Hesenê Xerpetî" li ser dramayên me hene. Em bi dû zarokan ku navê wan Hesen û Hemîd e ketin rê, ku di sala 1914an de ji Xerpûtê derdikevin û bi çavê wan piştî geşta li Anatoliyê digihîjin Emerîkayê. Me di heman demê de, cih da wî hestê vegera Xerpûtê jî ya piştî çend salan. Her du kalikê min jî di nav wan kesan de ne, ên ku koçî Emerîkayê kirine. Em jî bi van çîrokan mezin bûn."

Ew kesên çîrokên wan mirovên koçber dibihîse, xemgîn dibe. Di belgefîlmê de çîroka Koçberekê ku dema ji Amerîkayê vegeriyayî zaroka xweya tekane winda kirye û xanima wî jiyana xwe ji dest daye, balê dikişîne. Herwiha, Moris Şinasi yê bi bazirganiya cixareyan bûyî milyarder; Elî Îldanê ku cihê zêrên anî Amerîka jibîrkirî; Şikrî Akpolatê ku serboriyên xwe vegotî û ji ber ku xelkê jê bawer nekiriye, navê bûyî 'Şikriyê Derewker' û malbata Ehmed ku ev sê nifş in li Amerîka dijîn tê nişandan.

Saît Kuçukşahîn - Derhênerê Dîtbariyê, dibêje:"Em di wê baweriyê de ne ku me karekî baş kiriye. Me bi rêya vî belgefîlmî ronahiyek da ser dîrokê. Bi rastî her çiqas zor be jî, biqasî wê jî belgefîlmekî têr kêf derkete holê. Ji bo vî belgefîlmî, em li çar havîrdorê Tirkiyê geriyan û me

dîmen girtin; bi taybet jî li Elezîzê. Koça herî zêde li Elezîzê rû daye. Ji her kêmneteweyê mirov cih digirin di nava wan kesên koçkirî de."

Mesut Gengeçê ku gelek belgefîlm çêkirine, piraniya belgefîlmên xwe li ser diyalogan çêdike ku weke 'doku-drama' derbas dibe. 'Rêwîtiya Dirêj' îsal di 11emîn pêşbirka TRT ya belgefîlman de maye fînalê. Di vê belgefîlma ku bi piştevaniya Rêvebiriya Giştî ya Sinemayê ku ser bi Wezareta Çand û Geştiyariyê ve hatiye çêkirin de di beşên dramayê de lîstikvanên navdar yên wek Ali Surmelî û Riza Akin cih digirin.