Şermola Performans lîstika Balans bi Kurdî pêşan da

Ji aliyê Şermola Performans ve lîstikeke nû, xwerû bi Kurdî hate pêşandan BALANS.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji aliyê Şermola Performans ve lîstikeke nû, xwerû bi Kurdî hate pêşandan BALANS. Di lîstika ku bi şêweya mîzaha reş hatiye honandin rexneyeke şareza li pêywendiya dejenere ya takekesî û malbatî dike. Senaryoya BALANSê Selîm Akgul nivîsanidiye û tê de dilîze jî, derhêneriya wê jî Berfîn Zenderlîoglu kiriye. Herwiha digel Nazmî Kirikê şanoger û lîstikvanê Kurd yê navdar, Ozlem Taş û Ozan Aslan jî di lîstikê de performanseke jêhatî dane nîşandan.

Tam di vê serdema ku êdî axaftina bi Kurdî bûye sûcek û hemû komên şanoyê ên Kurdî bi rêya biryarnameyan hatine asêkirin jî, Şermola Performan bi lîstikeke nû ya bi navê Balans derkete pêşberî raya giştî. Lîstika bi Kurdî ya bi navê Balans, ku Selîm Akgul nivîsandiye û Berfîn Zenderlîoglu jî derhêneriya wê kiriye, rexneyeke şareza digire li çerxa pêywendiyên takekesiyê û berjewendiya ku li ser rê û rêzana asayîbûna dirûtî û rîyakarê dirûst dibe. Bi taybet jî wê hevkêşeya ku li dora berjewendiyê hatiye danîn, digel dejenerebûna takekes û malbatê, bi şêweyekî mîzaha reş raberî temaşevanan dike.

Derhêner û Avakara Şermola Performansê Berfîn Zenderlioglu ji K24ê re got: "Ew hevkêşe yan jî Balans ji bo min bi rastî jî rûyê civakê ye. Zû bi zû mirov digûherin, wek aniha wek me. Ji ber ku tiştekî dibe yek dibêje ez pir diêşim, yan jî acizî dikişînim, lê 5 deqîqe şûnde tê gûhertin. Ji ber ku êdî Balansa me hatiye guhertin û em jî têkçûne. Di nava lîstikê de bi piranî em li ser vê dimeşin."

Şûnwarê listikê tamîrxaneya wesayîtan e. Koma çarkesî ku ji zava - hosteyê wesayîtan, bûra, xwişk û şagirtekî pêk tê, li ser berjewendiyên takekesî di nava tamîrxaneyê de ketine qirka hev. Zava, bûra û xwişk her li dijî hev dek û dolaban digerînin. Heta şagirt dikeve nav wan. Hingî jî dengek bilind dibe "Wî bikûje... Ji me re miryek lazim e... An na wê malbat belav bibe...

Şanoger û Lîstikvanê Kurd Nazmî Kirik dibêje: "Bacanaxê min piçekî dibe bela serê min di lîstikê de. Esas di nava lîstikê de her yek yekî dikûje. Piştî vê kuştinê jî meseleyeke menfaetê heye. naveroka çîrokê aslinda ev e."

Lîstika Balans bi senaryoya xwe, wê arzanî û qirêjiya ferdên malbatê, gûherîn û vegûherîna karekterê wan, bi şêweyekî hosteyane raberî temaşevan dike.

Şanoger Ozem Taş got: "Temaşevan bi rehetî dikarin tiştên ji jiyana xwe bibînin. Helbet herkes kesî nakûje lê, ew tiştên ku bileztir em hînî mirinê dibin an hînî tiştên giran dibin ew rast e rast di derheqê jiyana me ya rojane de ye. Em zû hîn dibin û behsa vê yeke dikin. Bawerim hekes jî dikare di nava jiyana xwe de perçeyekî bibîne di vê lîstikê de."

Ji bilî lîstikvaniya jêhatî, di heman demê de bi hêmanên fantastîk jî lîstik hatiye honandin û bi rêya perdeyên li ser sahneyê lîstikên siyê jî hatine bikaranîn ku mirov çawa ji mirovahiyê derdikevin û vedigûherin heywanan. Şermla Performans bi vê lîstika xwe careke din dest nîşan kir ku şanoya Kurdî digel her astengî û qedexeyan jî dikare bi naverokek xurt li ser piya bimîne û xwe bide jiyandin.