Karsazên Erebîstana Siûdî berê xwe didin Diyarbekirê

Di çarçoveya 8. Pêşangeha Çandinî û Ajalvaniyê ya Diyarbekirê de şandeyeke ku ji 47 Karsazên Erebîstana Siûdî pêk tê, ji bo ku bikevin bazara çandinî û ajalvaniyê ya Bakurê Kurdistanê hevdîtinên girîng pêk anîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di çarçoveya 8. Pêşangeha Çandinî û Ajalvaniyê ya Diyarbekirê de şandeyeke ku ji 47 Karsazên Erebîstana Siûdî pêk tê, ji bo ku bikevin bazara çandinî û ajalvaniyê ya Bakurê Kurdistanê hevdîtinên girîng pêk anîn.

Pêşangeha 8. a Ajalvanî û Çandiniyê ya Diyarbekirê ji aliyê Karsazên Erebîstana Siûdî ve rastî eleqeyeke baş hat. Karsazên Erebîstana Siûdî û cotkar û ajalvanên Bakurê Kurdistanê ji bo ku bazirganiya Erebîstana Siûdî û Bakûrê Kurdistanê geş bikin, danûstandinên girîng pêk anîn. Serokê Kompaniya Fadaîl, Muhammed Mutahîr Fadaîl jî amaje kir ku ji bo pêşerojê projeyên wan ên ji bo Diyarbekirê hene.

Serokê Kompaniya Fadaîl Muhammed Mutahîr Fadaîl ji K24ê re wiha axivî: “Li vê derê du armancên me yên sereke hene. Pêşiyê em dixwazin Diyarbekir binasin û heta niha jî nêrînên erênî bi me re peyda bûne. Piştî vê yekê jî em dixwazin razemeniyan li Diyarbekirê bikin û bi vê yekê bazirganiya Diyarbekir û Erebîstana Siûdî geş bikin.”

Bazara çandinî û ajalvaniyê ya Diyarbekirê, ji bo Karsazên Erebîstana Siûdî wekî bazareke guncav tê dîtin û karsaz dixwazin berhemên çandiniyê û ajalvaniyê yên Diyarbekirê li welatê xwe jî bidin nasîn. Lê karsaz amaje dikin ku pêwîst e Dewleta Tirkiyeyê jî di warê bazirganiya navneteweyî de hinek derfetan bi rêk û pêk bike.

Koordînatorê Bazirganiya Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê Mîşel Reşûdî jî got: “Me li vê derê dît ku talepa li ser goştî gelek zêde ye. Em li vê derê dikarin bazirganiyê bikin. Lê pirsgirêkek heye ku pêwîst e Tirkiye şert û mercên bacê yên di bazirganiya navneteweyî de baş bike. Ev yek dê rêyeke berfireh ji bo bazirganiya navneteweyî veke”

Li gorî daneyên fermî yên sala 2016’an bazirganiya di navbera Tirkiye û Erebîstana Siûdî de gihîştiye 8  milyar dolaran û karsaz amaje dikin ku ev yek wê di sala 2017’an de zêdetir bibe.