Li Stenbolê pêşengeha ya zêr û gewheran destpêkir destpê kir
K24-Setenbol
Li Stenbolê yek ji fuarên herî mezin ya zêr û gewheran destpêkir. Di vê fuara ku, ji 111 dewletan bi sedan fîrma beşdar dibin de hezarana zêr û gewherên bi nexş û dîzaynên cida hatîn çêkirin geştyaran dikşîne xwe. Jı ber ku pitirîna kiryarên van zêr û gewheran ji welatên Rojhilata navîn in pitirîna kompanyayan nexş û nîgarên xwe li gor çanda wan welatan dayîne çekîrin.
''Em pitirîn berhemên xwe difiroşîn welatên ereban. niha ji wan welatan gelek sîparîş hene. Ev berhema hûn li pêşiya me dibînin jî li gor çanda ereban hatiye çêkirin.''
Ji Başûrê Kurdistanê jî hinek Zêringir ji bo ku berhem û teknolojîya nû ji nêzîk ve bişopînin beşdarî fuarê bûn û xwestin ku ev fuar li Kurdistanê jî çêbin.
Zêringir Dilşad Hesen wiha got:''Em niha hatîne vêderê teknolojiya nû bibînin û tiştên ji me lazim em dikirin. Daxwaza me ewe ku ev fuar li Kurdistanê çêbinin.''
Di vê fuarê de mezintirîn mizgefta tirkiyeyê Çamlica jî bi maketekê hat çêkirin û ev mizgeft bi 233 kîlo zêr û zîvan hatiye xemilandin .
'' Em hersal bi rêya berhemeki balkêş û nû beşdarî vê fuarê fuarê dibîn.Îsal jî me 27 hostayan 75 rojan de ev berhem çêkir.Di berhema me de 233 kîlo zêr û nêzîkî 70 kîlo zîv heye.Dema ku em dibînin welatî li ber vê berhemê wêneyan digirin em kêfxweş dibin.''
Di fuarê de gelek zêr û gewherên ji hev balkêştir û bihatir bi rêya modelan hatin danasîn.
''Hemwelatiyên rojhilata navîn pitirîn zêr û gewherên mezin dixwazin lê yên Ewropî pitirîn berhemên biçûk û modern dikirin. Li vêderê em gelek berhemên şêwaza kevin û nûjen yên ku ji balkêştir û bihatir nîşan didîn. Heta niha gelek eleqeya welatiyan gelek başe ez hêvidarim ev dîzayn li gor dilê herkesê be.''
Ev fuara ku her cûre zêr û gewherên ji hev bihatir û rengîntir dide berçavan dê heta 16 mehê li benda geştyaran be.