Li Tehranê gerîn a kûçikan hate qedexekirin

Li paytexta Komara Islamî ya Îranê gerîn a kûçikan hate qedexekirin. Berpirsiyarê Asayişa Tehranê Husên Rehîmî diyarkir, ku gerîn a kûçikan li cîhên ji civatê re vekirî hatiye qedexe kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Komara Islamî ya Îranê gerîn a kûçikan hate qedexekirin. Berpirsiyarê Asayişa Tehranê Husên Rehîmî diyarkir, ku gerîn a kûçikan li cîhên ji civatê re vekirî hatiye qedexe kirin.

Egera vê qedexeyê ew e, ku hin kes ji kûçikan ditirsin jiber vê yekê li cîhên ji civatê re vekirî – wekî park û behçeyan gerîn a kûçikan hatiye qedexe kirin. Kesên vê qedexeyê bicî neyînin, dê bi sizyayan berbiçav werin.

Rehîmî herweha diyarkir, di otombîlan de jî, bûn a kûçikan hatiye qedexe kirin.

 

 

C.B