Îrfan Akyol pîşeya bav û kalên xwe ya didomîne

Huner û hilberîna tembûran li Enqereya paytexta Tirkiyê bi destê hosteyê tembûran Îrfan Akyol hebûna xwe bi awayekî zindî dipareze. Akyolê ku temenê wî 52 sal in heta îro ji gelek hunermendan re jî tembûr çêkirine û hêj jî li atolyaya xwe demên xwe bi çêkirina tembûran re derbas dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Huner û hilberîna tembûran li Enqereya paytexta Tirkiyê bi destê hosteyê tembûran Îrfan Akyol hebûna xwe bi awayekî zindî dipareze. Akyolê ku temenê wî 52 sal in heta îro ji gelek hunermendan re jî tembûr çêkirine û hêj jî li atolyaya xwe demên xwe bi çêkirina tembûran re derbas dike.

Îrfan Akyolê 52 salî, nîvî temenê xwe li atolyeya xwe bi çêkirina tembûran û bi bêhna xwezayê re derbas kiriye. Bavê wî ku niha teqawîd bûye berê karê înşeatê dikir û ji ber tunebûna kar ji daran dest bi çêkirina tembûran kiriye. Akyolê ku niha li Enqereya paytexta Tirkiye dijî û pîşeya bav û kalên xwe didomîne jî di zarokatiya xwe de, havînan di demên betlaneya dibistanan de ligel bavê xwe fêrî çêkirina tembûran dibe û ji wê rojê heta îro temenê wî li pey muzîk û amûra wê "Tembûrê" diçe.

Îrfan Akyol ji K24ê wiha axivî: “Meraqa min ya li ser tembûrê di salên 80an de destpêkir. Min beşa înşeatê qezenc kir lê belê piştre min dev ji beşa xwe berda û ez çûm Stenbolê beşa çêkirina enstrumanan. Ev pîşe ne bi min dest pê kiriye, ez ji bav û kalên xwe fêr bûm e. Ji ber vê yekê ger we carekê dest bi çêkirina tembûr an enstrûmanekê kir êdî hûn nikarin zû bi zû dev jê berdin. Ji ber ku tesîreke wê amûrê li ser kesayeta we heye û êdî ew jî bûye parçeyeke jiyana we.”

Îrfan Akyol yek ji wan hosteyane ku gelek tembûrên hunermendên Tirkiyeyê yên wekî Musa Eroglu, Arîf Sax û Neşat Ertaş bi keda destên wî hatine çêkirin. Lê belê ew naxwaze bi vê yekê bê naskirin û ji bo wî tişta herî giring ew e tembûra ji kesekê re çêkiriye dema ku tê lêxistin divê dengê herî baş û xweş derbixe.

Îrfan Akyol dibêje: “Ez dikarim merheleyên çêkirina tembûrê rave bikim. Di çêkirina tembûran da tişta herî giring bijartina daran e. Di nav van de jî darê gûz û tû yê herî baş in. Piştî ku dar hatin hilbijartin di makîneyan de tên jêkirin û li gor pîvanê destik û kodika tembûrê tên amade kirin. Piştre kodika tembûrê heta qenc çêbibe tê qewartin û dûv re jî heta demekê ji bo ziwa bibin ev kodik li atolyeyê tên sekinandin. Merhaleyên din jî edî bi zimpereyê dirustkirina derdora tembûrê ye û piştî hatin birqandin jî êdî têl li wan tê xistin.”

Akyolê ku hunera xwe dide vejandin amaje dike ku armanca wî ew e çêkirina amûra tembûran bigihîjîne asteke nawneteweyî. Akyol ligel hostetiya xwe, bi awayekî xweş li tembûrê dixe û bi lêxistina tembûrê jî deng li atolyeyê belav û bilind dibe.