Çîroka Ehmed Yûsif: Ji rûpeleke reş, ber bi rûpeleke sipî

Şerê navxweyî yê Suriyeyê bû sedem ku bi milyonan kes ji erd û bajarê xwe bibin û bikevin ser rêya penaberiyê. Ehmed Yusif jî yek ji wan kesan e ku ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Diyarbekir bi cih bûye û mamostetiya zimanê İngilîzî dike. Ehmed Yusif ji karê xwe û ji Diyarbekirê hes dike lê dîsa jî hesreta Qamişlo her dem di dilê wî de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Şerê navxweyî yê Suriyeyê bû sedem ku bi milyonan kes ji erd û bajarê xwe bibin û bikevin ser rêya penaberiyê. Ehmed Yusif jî yek ji wan kesan e ku ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Diyarbekir bi cih bûye û mamostetiya zimanê İngilîzî dike. Ehmed Yusif ji karê xwe û ji Diyarbekirê hes dike lê dîsa jî hesreta Qamişlo her dem di dilê wî de ye.

Li Sûriyê şer kete sala xwe ya 6’ê de. Ji ber şer û pevçûnan gelek bajar wêran bûn û xelkên van deveran ketin ser rêyeke nediyar. Gelek kes ber bi Bakûrê Kurdistanê, Rojavayê Tirkiyeyê û Ewropayê ve çûn. Ehmed Yûsif jî yek ji wan kesan e ku pêşî çûye Enqereyê û paşê jî berê xwe daye Bakûrê Kurdistanê. Ehmed Yûsif ji Qamişlo ye û dibêje wî nedixwest ku ji Qamişloyê biqete lê ew neçar bû kuji ber şer bikeve ser rêya koçberiyê.

Ehmed Yûsif ji K24ê re got: “Ez û dayîk û apê xwe bûn. Li cem me tiştek nebû. Deriyê Nisêbînê girtî bû. Me ji xwe re trempêlek teybet girt û ji bo ku em nekevin destê DAİŞ’ê me rêya xwe dirêj. Paşê em bi wî awayî derbasî helebê bûn. Ji wir jî derbasî Kîlîsê bûn.”

Ehmed Yûsif piştî rewşeke xirap bajêr û deverên bîranînên zaroktiya wî lê ne terikand û ji ber vê yekê gelek xemgîn e. Lê niha Ehmed Yûsif li gel van serpêhatiyên neyînî dîsa jî keyfxweşe ku li Diyarbekirê dijî û derfet peyda bûne ku mamostetiya xwe jî bike. Ehmed Yûsif niha li Diyarbekirê dibistaneke teybet de mamostetiya zimanê İngilîzî dike û hînî vir bûye.

 Ehmed Yûsif dibêje jî: “Piştî ku ez derbasî Kîlîsê bûm, pêşiyê ez çûm Enqere û qasî 6 mehan ez li wir mam. Ji berk u min tirkî nedizanî ji min re dibû pirsgirêk. Ez hatim Diyarbekir evder xweş e, xelk bi zimanê kurdî diaxifin, evder j imin re baştir e.”

Carcaran tiştên xirap dibin sedema encamên baş jî. Şer bû sedem ku Ehmed Yûsij ji bajarê xwe dûr bikeve lê Ehmed Yûsif piştî hatî Diyarbekir jî evîna jiyana xwe dinase û bi keçeke Diyarbekirî re jî dizewice. Ehmed Yusif dibêje niha ew li benda wê rojê ye ku l, gel hevjîna xwe vegere Qamişlo.