Nebûna parzûnandinê xeteriyê li ser gola Wanê peyda dike

Mezintirîn Gola Kurdistanê ku wek behreke nav parzemînî jî tê pênasekirin, Behra Wanê bi xweza û taybetiyên xwe, derfetên cudareng pêşkêş dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Mezintirîn Gola Kurdistanê ku wek behreke nav parzemînî jî tê pênasekirin, Behra Wanê bi xweza û taybetiyên xwe, derfetên cudareng pêşkêş dike. Rayedarên Dewleta Turkiyeyê jî, aktivîstsên xwezaparêzî jî di parastin û xwedîlêderketina wê de hem fikirin, lê bergiriyên heta niha hatine kirin ne bes in û pêwistî bi parzunandin ango filtrekirina avên ku dikevin golê heye.

Behra Wanê, bi xwezaya hewildoriya xwe û ava xwe ya bi sodayê, hem ji bo geşkirina çavkaniyên geştiyarî û aborî, hem jî ji bo geşt û seyrana nişteciyan derfetên cudareng pêşkêş dike. Lê pirsgirêka ku avên çemên kirêtkirî û kanalîzasyonên malan, berî nav golê tên dayîn heye. Pisporên ku lêkolîn kirine dibêjin heger bergirî neyên girtin, dê gola Wanê bi retambûyînê re rûberû bimîne.

Serokê Komeleya Hewildorî ya Wanê ÇEV-DERê Alî Kalçik ku bi saziyên hewildorî yên Turkiyeyê û navdewletî re xebatên parastina xwezayê dimeşîne, ji bo Kurdistan24, taybetiya Behra Wanê û kêmasiyên di bergiriya parastina wê de ragihand.

Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik ji K24ê re got: "Dilê Kurdistanê ye gol ango behra Wanê, ji bo me hemû Kurdan gelek girîng e. Lê roj bi rojê dimire, dibêjin ku heger wiha berdewam bike, bergirî neyên girtin heta 20-25 salan ritam ango şilav. Loma jî ew kesên ku îro berpirs, rayedar û peywirdarin divê peywira xwe bikin. Di zagona Turkiyeyê de tê gotin ku kesekî ku peywira xwe bicîh neyne, bêy tu sedem nîşan bide tawanbar e. Yanî yên ku ji vir berpirsin tawanbar in."

Ava 19 çemên li hewildoriya Wanê dikeve gola Wanê ku kanalizasyona malan jî têkelî hin ji wan dibe. Ji aliyê rayedarên bajêr û hikûmeta Turkiyeyê ve, sazkirina parzunandin ango filtrekirinê destpêkirine, lê daxwazî ew e ku ev xebat lezgîn û bi dilsozî bên temam kirin.

Alî Kalçik jî balê dikşîne ku hin pêngav û xebatên ji bo parastina Behra Wanê hatine avêtin û kirin,li qeraxê golê jî sazûmaniyek hatiye kirin, lê xebatên filtre kirina avên kirêt her texîr dibin û di sazûmaniya qeraxê wê de jî saziyên fermî bi awayekî ne zagonê hêj jî nehatine rakirin.

Alî Kalçik dibêje: "Ji ber ku ev parzûnandin bi teknîkî xilas nebûye, ji bo şaredariyê jî hêj nehatiye sipartin. Lê dema ku parzûnandina biyolojik çênebe, kirêtiya kanalîzasyonê dikeve gola Wanê. Behra Wanê ji bo cihanê, ji bo Turkiyeyê û Wanê gelek girîng e. Lê rojê 56 hezar metrekup kanalizasyon dikeve golê."

Hêjayî gotinê ye ku bi saya aktivîst û akademisyenên ku hêstewarî ji bo parastina hewildoriya Wanê dane, gelek bergirî li gelek xeteriyan hatiye girtin û di nav 2 salên dawî de yek ji wan ku ala şîn (paqijiyê) wergirtiye; 3 sazî û palaj hatine sazkirin. Daxwaziya serekî bi hişyarî û hêstewarî xwedî li behra Wanê û xwezaya wê derketine.