Hilberîna kevirên tizbiyan li diyarbekirê jî dibe

Li gelemperiya Bakur, piştî Rihayê; cara yekemîn e ku kevirên ji bo tizbî û xirş û xalên zînetan li Diyarbekirê tên hilberîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir  

Li gelemperiya Bakur, piştî Rihayê; cara yekemîn e ku kevirên ji bo tizbî û xirş û xalên zînetan li Diyarbekirê tên hilberîn. Madeya kevirê ku ji sedî 90 nêzî kevirê kehrîbar e, kîlo bi 45 dolaran tê firotin. Ev kevir li gelemperiya Tirkiye û bakûr digel Diyarbekirê li 5 bajaran tê çêkirin û ji bo hemû bajarên Tirkiyeyê, Dûbaî û Iraqê tên veguhestin.

Ji bo ku madeya xam a van keviran were bidestxistin, li Diyarbekirê 4 sal cerebeyên amadekariyê hatine kirin û piştî 4 salan madeya ku nêzî kevirên serdema Osmaniyan e, hatiye bidestxistin. Ev kevirên rengîn ên ku li Diyarbekirê tên bidestxistin, li herêmê piştî Rihayê êdî li Diyarbekirê jî tê hilberîn. Yek ji xwediyên hilberîna keviran Nûrî Tûnç dibêje;  li bakûr eleqeya ji bo tizbiyan gelek zêde ye û armanca me jî ew e ku fêdeya vî karî  li xelkê herêma me bibe.

Xwediyê Kargeha Keviran Nûrî Tûnç ji K24ê re got: "Dema em hatin vê derê, gelek kesan ji me re got;  hûn çima hatine vê derê, potansiyel li vê derê kêm e, hûn biçin Rojavayê Tirkiyeyê. Lê me got na, bila xelkê me jî xêrek ji vê bazarê bibîne û me bi vê armancê dest bi karê hilberîna keviran kir."

Kevirên ku li Diyarbekirê tên hilberîn, li ber destên hosteyên tizbiyan tên teşedayîn. Li gorî ragihandina hosteyî, her kevirek xwedî taybetiyek e û ji bo tizbiyan û xirş û xalên jinan, herî zêde kevirê kehrîbar tê tercîhkirin. Mehmet Erdogan 18 sal in ku li ser daxwazên taybet tizbiyan çêdike û dixwaze ev pîşe bi nifşê nû jî berdewam be.

Hosteyê Tizbiyan Mehmet Erdogan dibêje jî: "Ez bixwe bi tenê dixebitim, lê heta êvarê jî qet betal namînim. Karekî baş e, pê debareke xweş dibe. Pêşniyaza min li ciwanan e ku li ser vî karî bisekinin û vê pîşeyê hîn bibin. Lewra pîşeyeke xweş e û li herêmê karekî mayînde ye."

Kevirên ku ji hemû rengên xwezayê tên hilberîn, piştî destkariyeke hûr, herî zêde wekî tizbî tên amadekirin.  Li gorî hilberînerên keviran radigihînin; li Rihayê 350 atolye, li Diyarbekirê jî tenê ev atolye hilberîna keviran dike û ji bo aboriya herêmê tevkariyeke baş tê bidestxistin.