Erdogan rexneyên tund li Kilîçdaroglu digire

Serokê Tirkiya Recep Teyip Erdogan rexneyan li serokê opozisyonê dike û dibêje: “Serokê CHPê destê terorîstan digre. ”

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiya Recep Teyip Erdogan rexneyan li serokê opozisyonê digire û dibêje: “Serokê CHPê destê terorîstan digre. ”

Erdogan ji serokê CHPê Kemal Kilîçdar uglu re got: “Tu kî yî heya ku bibêjî ezê bi 4 salan terorê ji binî rakim, mane tu bi xwe jî destê te di nav destên HDPê de ye û hîn jî bi hev re çalakiyan jî dikin.”

Erdogan herweha ji serokê opozisyonê re got: “Firokeyên bê firokevan li terorîst û xayinan didin, vê yekê jî wisa fam bike.”

Serokê Tirkiyê di gotina xwe de diyar kir, “Baş bû welatên Ewropa firokeyên bê firokevan nedane Tirkiyê, ji ber ku niha Tirkiyê bi xwe wan firokeyan amade dike û xuya ye gelek kes ji pêşketina Tirkiyê nerehet bû ne.”