Piştî 45 rojên din divê Iraq kirrîna xaza Îranê rawestîne

Balyozê Amerîka li Bexdayê ragihand, wan 45 roj derfet daye Iraqê ji bo hawirdekirina xaza siruştî ji Îranê, piştî wê moletê nabe Iraq bazirganiyê li gel Îranê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Balyozê Amerîka li Bexdayê ragihand, wan 45 roj derfet daye Iraqê ji bo hawirdekirina xaza siruştî ji Îranê, piştî wê moletê nabe Iraq bazirganiyê li gel Îranê bike.

Di parçe vîdyoyekê de, ku balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, hin berpirsên balyozxaneyê bi zimanê Erebî diaxivin û didin xuyakirin, ku sizayên Amerîkî li dijî rêjîma Îranê ne û ne li dijî gelê Îranê ne.

Hikûmeta Iraqê ji bo peydakirina sûtemeniyê ji wêstgehên berhemanîna karebê re, xaza siruştî ji Îranê hawirde dike, lê piştî bidawîbûna wê moletê, divê Iraq kirrîna xazê ji Îranê rawestîne.

Roja 5ê vê mehê, Amerîka navê 50 bankên Îran û bêtirî 700 kompanî û kesatiyên Îranî xist nav lîsta sizayan de.

Herwiha Hikûmetî Amerîka moleta 180 rojan da her yek ji: Tirkiye, Korya Başûr, Îtalya, Yûnan, Çîn, Taywan, Hindistan û Japon daku di hin waran de bazirganiya xwe bi Îranê re berdewam bikin, piştî wê moletê, divê ew welatana jî bazirganiyê û karkirinê li gel Îranê rawestînin.

N.O