NATO: Tirkiye endameke pir giring û stiratejîk e

Stoltenberg: Hêzên NATO li Sûryê tine ne û ji ber vê yekê em dixwazin, Tirkiye li wê derê û li Efrînê bi Amerîka re hevrêziyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymana NATOyê Jenis Stoltenberg, ragihand ku Tirkiye ji bo wan endameke pir giring û sitratejîk e û ji bo kirîza Sûryê û Efrînê, daxwaza hemahengiya Tirkiye û Amerîka dike.

Biryar e sibe Jenis Stoltenberg, serdana Tirkiyê bike û berî serdanê daxuyanî da Ajansa Anadolê û got: "Ezê di serdanê xwe de operasyona ser Efrînê û kirîza Sûryê û hin mijarên din gotûbêj bikim, armanca sereke ya vê serdanê amadekariya civîna NATO ya li Brukselê ye".

Da zanîn, ew wek NATO dixwazin roleke perwerdeyê jî pilan bikin û ewê serbazên Iraqê perwerde bikin, akademiyên serbazî vekin. Her çiqas di vê pilanê de rola Tirkiyê diyar nebe jî, lê ew dixwazin roleke wê hebe.

Stoltenberg da xuyakirin, ku hêzên NATO li Sûryê tine ne û ji ber vê yekê ew dixwazin, Tirkiye li wê derê û li Efrînê bi Amerîka re hevrêziyê bike. 

N.O