Vîyan Sebrî: Adil Ebdulmehdî nevêt ti arîşe di navbera Hewlêr û Bexdayê bimîne

Vîyan Sebrî, seroka firkisyona Partîya Demukrata Kurdistanê(P.D.K) di Civta Nwênerên Îraqê de ragehand: Li civîna di navbera Firakisyonaên Kurdistanî û Adil Ebdûlmehî, serok wezîrên Îraqê de, Ebdulmehdî ji me re got: Giringe arîşe bihên çareserkirin.

K24- Hewlêr

Wek seroka firkisyona PDKyê amaje pêday, di civînê de Ebdulmehdî tekez kir li ser berfirehkirina hevahengîyê di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedralîya Îraqê de.

Adil Ebdûlmehdî, got jî: Pêdivîye arîşeyên Kerkûk, Şengal û Xurmatûyê çareser bikîn.

Sebrî, amaje bi wê yekê jî da ku serok wezîrên Îraqê xweşhalîya xwe nîşan daye bo çareserkirina arîşeyan û daxwaz  jî kirîye firakisyon piştîvanîya çareserkirina arîşeyan bikin.