Referandûm dostanî û biratiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê kûrtir û bihêztir dike

Serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî derbarê birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamekê arasteyî raya giştî ya gelên Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamekê arasteyî raya giştî ya gelên Kurdistanê dike.

Di peyamê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, “Gelê Kurdistanê ezmûneke pir bi êş bi hikûmetên Iraqê re derbas kiriye. Di vê sedsalê de hevparî nehat bicîkirin û gelê Kurdistanê rastî enfal û kîmyabaranê hat. Bo gihêştina bi aştiyê û dûrketina ji şerê taifî û giriftên zêdetir, gelê Kurdistanê biryar da referandûmê bike û berve serxwebûnê ve gavan bavêje.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Ew gav mafekî siruştî û rewa yê xelkê Kurdistanê ye û ne li dijî olên esmanî û nirxên mirovahiyê ye. Bicîkirina wî mafî bi ti awayekî nayê wateya dijatiya bi ti pêkhateyeke netewî û olî re li Iraqê, lê ew danîna bingeheke bihêz e ji bo rêgirtin li têkdana pêwendiyên dîrokî ên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Iraqê de.”

Di dirêjiya peyamê de hatiye, “Her core daxuyanî û reftarek ku bihna dijatiya birayetî û pêkvejiyanê jê bê, ti pêwendiyeke wê bi buhayên gelê me û siyaseta Herêmê re nîne û ji çanda pêkvejiyanê û lêbûrîna gelê Kurdistanê gelekî dûr e.”

Barzanî diyar kir, “Di dema ku em gavan berve serxwebûnê ve davêjin, bê guman em nahêlin reftarên sitemkar yên rêjîmên berê yên Iraqê ku li dijî gelê Kurdistanê kirine, bandorê li biratiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê bike. Referandûm jî bi ti awayekî bandorê li ser berdewamiya dostanî û biratiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê nake, lê ewê kûrtir û bihêztir dike. Em dizanin ku gelên Iraqê jî bûne qurbaniyên rêjîmên diktator û bi gelê Kurdistanê re di yek çeperê de bûne. ”

Herwiha Barzanî got: “Daxwazê ji welatiyên Kurdistanê dikin, ku di dema derbirîna li îrade û mafên xwe, buhayên gelê me, çanda biratiyê û pêkvejiyana dîrokî di navbera pêkhateyên netewî û olî de, li ber çav bigirin.” û got jî: “Divê xuşk û birayên me yên li Iraqê zanibin ku gelê Kurdistanê ne sedema têkdana yekîtiya Iraqê bûye, ji ber ku rêjîmên sitemkar û hikûmetên Iraqê û siyaseta inkarê, sedemên têkdana pêkvejiyan û yekîtiyê bûne.”