Netewên Yekgirtî: Nêzîkî 70 hezar kes li Efrînê di rewşeke ne baş de ne

NY: Tevgera çûnûhatina welatiyên Efrînê hatiye astengkirin û rastî zehmetiyan tên dema dixwazin derbasî Helebê bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevrêzkarê Netewên Yekgirtî ji bo karûbarên mirovî Yan Egland, di kongirekî rojnemevanî de ragihand, ku ji 50 heya 70 hezar kesên sivîl, hîn di nav bajarê Efrînê de ne û rewşa wan gellekî zehmet e.

Bi gotina wî berpirsê NY, tevgera çûnûhatina welatiyên Efrînê hatiye astengkirin û rastî zehmetiyan tên dema dixwazin derbasî Helebê bibin.

Got jî: "Rewşa xelkê Efrîn û yên Xûtayê gellekî zehmet e".

Derbarê egera destpêkirina operasyoneke serbazî li Minbicê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û pilanên wan yên hewarçûnê, Yan Egland got: "Li gorî zanyariyên di destê me de, ti operasyonên din li Sûryê çênabin, bi taybet piştî operasyonên vê dawiyê ku bûn sedema mişextbûna hezaran kes ku niha di rewşeke nebaş de dijîn".

Egland got jî: "Divê rewşa Der'a û Himsê û Idlibê bi riya danûstandinan were xweşkirin û sînorek ji şer re bê danîn".

N.O