Kusret Resûl: Heger Bexda demokrasî be, divê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê bike

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl ragihand, Heger Bexda demokrasî be, divê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl ragihand, Heger Bexda demokrasî be, divê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Kusret Resûl got: “Heger baweriya Bexdayê bi demokrasiyê hebe, divê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê bike û bibêje, ev ezmûneke nû ye û pêwendiyên me di pêşerojê de baş dibe, lê heger baweriya wê bi demokrasiyê nebe, ew tiştekî din e.”

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê ragihand jî, pêwîst e gelê Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestê bin, ji bo serxwebûna Kurdistanê.