Çawîşoglu Amerîka hişyar dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, ku wî ji hevpostê xwe yê Amerîkî re gotiye: Pêkanîna hêzên sînorparêz li bakurê Sûrya, wê ziyanên mezin li pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka bike.
Mewlûd Çawîşoglu diyar kir, ku di civîna xwe de li gel wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson gotiye: "Piştevaniya Amerîka ji YPGê re û radestnekirina serokê Rêxistina Xizmet Fethulla Gulen ziyanan li pêwendiyên herdu aliyan dikin".
Çawîşoglu tekez kir, ku wî bi zelalî ji Tillerson re gotiye: "Ev herdu pirs gellekî cidî û metirsîdar in û pêwendiyên herdu welatan dixe metirsiyê de û dibe ku derbasî qonaxekê bibe ku veger jê nebe".
Ji aliyê xwe ve Tillerson gotiye: "Pêwîst e Tirkiye pişta xwe bi wan nûçeyan ve girê nede ku di rojnameyan de tên belavkirin".
Çawîşoglû ji Tillerson re got: "Zanyariyên me ne yên rojnameyan in, lê ew daxuyaniyên hin fermandeyên Amerîkî ne".
Herweha Çawîşoglu da xuyakirin, ku derbarê egera encamdana operasyonekê li Efrînê, Tirkiye li gel hevparên xwe gotûbêj kirine û got: "Me berî niha gotiye emê rastî êrîşên terorîstên YPG û PKK bên li Efrînê û pêwîst nake kes li wê deverê rê li ber me bigire".