Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im qonaxeke nû li Iraqê dest pê bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Teybet li Iraq û Sûriyê civiya pêşhatên rûbirûbûna teroristanê DAIŞê li Iraq û Sûriyê guftûgo kirin.
Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Teybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson di civînekê de pêşhatên siyasî û leşkerî li navçê bi giştî û şerê li dijî teroristên DAIŞê li Iraq û Sûriyê guftûgo kirin.
Mesrûr Barzanî derbarê pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hêvî xwast, Serokwezîrê Iraqê li hember mafên Herêma Kurdistanê yên di destûra Iraqê de hatine dest bi qonaxeke nû li ser binemaya rêzgirtin û hevkariyê bike.
Mîkanîzma çawaniya aramkirina aloziyên herêmê tewereke din a civînê bû.
S. B