Kerkûk.. Cotkarên kurd bi tapoya reş rêgiriyê li dagîrkirina zeviyên xwe dikin

Îro careke din ereban xwast bi hevkariya Polîsa Federalî vegerin çend gundên nahiya Sergeranê ya Kerkûkê, lê cotkarên kurd li gundê Xerabe rêgirî lê kirin.

Kerkûk (K24) – Îro careke din ereban xwast bi hevkariya Polîsa Federalî vegerin çend gundên nahiya Sergeranê ya Kerkûkê, lê cotkarên kurd li gundê Xerabe rêgirî lê kirin û nehîştin ew vegerin.

Îro bi dehan cotkarên kurd ên gundê Xerabe rêgirî li dagîrkirina zeviyên kirin û nehîstin ereb bikevin xak û zeviyên wan û tapoyên reş ên zeviyên xwe nîşan dan.

Cotkarek ku nexşeya çandiniyê ya zeviyên xwe pê re ye behsa wê yek dike, hemû zeviyên li navçeya wan, ne yên ereban e û ew xwediyê wan in û got: Ereb hatine û daxwaza perçeyeke zevî dikin, ku ew ya 8 cotkarên kurd e.”

Cotkarekî din ku ew jî dibêje, baştirîn belge ji xwediyên zeviyan ên rewa re, tapoya reş a serdema Osmaniyan a berî damezirandina dewleta Iraqê ye. Bila bên bizanin bi navê kê ye?

Tekez kir jî, ew erebên tên zeviyên wan bigirin, tenê piştevaniya parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji wan re heye. Lê ti belgeyeke fermî bi wan re nîn e û ti dezgeheke din jî piştevaniya wan nake. Ew berdewamiya siyaseta Beis li navçeyê ye.