Li 30 derverên Dêrsimê qedexe hat ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Dêrsimê, 30 dever ji bo 2 hefteyan wek herêmên ewlekariya taybet hatin ragehandin.
Parêzgariya Dêrsimê da xuyakirin, jiber operasyonên Artêşa Tirk û parastina can û malên welatiyan, li 30 deverên Dêrsimê qedexeya hatuçûnê hatiye ragehandin.
Parêzgariyê da zanîn, deverên hatine qedexikirî, girêdayî navçeya navend, Pilûr, Pilemorî, Xozat u Nazimiyê ne û qedexe 16'ê mehê destpê dike û heta 30'ê vê mehê dê berdewam bike.