McGurk li Rojavayê Kurdistanê, ligel Encûmena Sivîl a Reqayê dicive

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê dicive.

Peymanêrê K24ê li Kobanê ragihand, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk bi sedanekê gihêşt Rojavayê Kurdistanê û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê di civînê de ye.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, ev hevdîtin dûrî çavên ragihandinê bi rê ve diçe.

Herwiha li gor zanyariyên peyamnêrê me, ku tê çaverêkirin McGurk ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bicive û pirsa pêşketinên di operasyona kontrolkirina Reqayê yek ji mijarên serek ên civînê bin.

Ev serdana McGurk piştî wê yekê tê, ku HSDê û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di 6 vê mehê de dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiribû.

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk di navîna meha borî de jî serdana Kobanê kiribû û ligel fermandarên YPGê civiyabû.