Kobanî şehîdên komkujiyê bibîr tînin

Roja 25ê Hezîrana 2015an di demjimêrên serê sibehê de, çend komên çekdarên DAIŞê ji 3 aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê û gundewarên wê kirin û komkujiyek di derheqê welatiyên sivîl de çêkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 25ê Hezîrana 2015an di demjimêrên serê sibehê de, çend komên çekdarên DAIŞê ji 3 aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê û gundewarên wê kirin û komkujiyek di derheqê welatiyên sivîl de çêkirin.

Di selvegera sêyemîn ya roja reş Xanim û 6 zarokên xwe serdena gora hevserê xwe di goristana şehîdên komkujiya 25 Hezîranê dike û roja şehedeta wî bibîr tîne. Xanim ku îro bi tenê zarokên xwe bi alîkariya saziya malbatên şehîdan xwedî dike, êş û azarên xwe bi şehedeta hevserê xwe tîne ziman û bi gotinên zarokên xwe hêsran dibarîne.

Salane di 25 Hezîranê de xelkê Kobanê serdana goristana şehîdên komkojiyê dikin û bi vêxistine mûman û danîna gulan şehîdên xwe bibîr tînin û vê roja ku di nav kobaniyan de tê nasîn bi roja reş şermezar dikin.

Roja 25ê Hezîrana 2015an çekdarên DAIŞê derbasî bajarê Kobanê bûn û di taxên bajêr de bilav bûn û bi awayekî hovane xelkên bajêr bi jin û zarokan kuştin. Hejmara şehîdan gihîşt 354 şehîdî û tevehiya wan li goristana şehîdan de bi xakê hatin sipartin.