Li Diyarbekirê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, li Bakûrê Kurdistanê hat pîrozkirin û hat ragihandin ku ligel hemû astengî û zor û zehmetiyan, pêşeng û rewşenbîrên Kurd, li Zimanê Kurdî xwedî derketine û gihandine nivşên nû. Hat diyarkirin ku hîn jî zextên li ser Zimanê Kurdî didomin û peywira serekî ya her Kurdekî, xwedîlêderketin û bipêşxistina Zimanê Kurdî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, li Bakûrê Kurdistanê hat pîrozkirin û hat ragihandin ku ligel hemû astengî û zor û zehmetiyan, pêşeng û rewşenbîrên Kurd, li  Zimanê Kurdî  xwedî derketine û gihandine nivşên nû. Hat diyarkirin ku hîn jî zextên li ser Zimanê Kurdî didomin û peywira serekî ya her Kurdekî, xwedîlêderketin û bipêşxistina Zimanê Kurdî ye.

15’ê Gulanê wekî Roja Cejan Zimanê Kurdî, bi pêşengiya nivîskar û rewşenbîrên Kurd hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bal hat kişandin ku çand û Zimanê Kurdî hîm û bingeha  nirxên  Gelê Kurd e û hewildan û xebatên ji bo domandin û bipêşxistina çand û Zimanê Kurdî jî hêjayî bi minet bibîranînê ye.

Endamê Însiyatîfa Lêkolîn û Bipêşxistina Zimanê Kurdî Xelîl Îbrahîm Taş daxuyand ku 15’ê Gulanê rojeke dîrokî û pîroz e ji bo miletê Kurd. Taş, bal kişand ku Mîr Celadet Elî Bedirxan ku di Kovara Hawarê de gotiye: ‘Kurdino, şerm e! An zimanê xwe hîn bibin, an jî nebêjin em Kurd in.’ xwestiye girîngiya zimên nîşan bide.

Serokê Berê Yê Komeleya Nivîskarên Kurd Yên li Bakûrê Kurdistanê, Îrfan Babaoglû jî ji bo K24ê, ragihand ku zext û pêkutiyên li ser Kurdî her berdewam in û divê ji saziyên siyasetê heta nav malbatê bîreweriya xwedîlêderketin û bikaranîna Kurdî bê belavkirin. Baboglû bal kişand ku saziyên li ser Kurdî xebatê dikin, di bin gefê de ne lê divê xebat li nav jiyana rojane bê belavkirin.

Nivîskar Îrfan Babaoglû wiha jî got: “Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku ji her demê zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û ji Dewleta Turk jî daxwaz dikin ku dev ji polîtîqayên pişaftinê berde û qedexeyên li ser zimên rakin da ku hem civak hem jî dewlet bigihîjin asteke asayî.”

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Yê Diyarbekirê Racî Bîlîcî jî ji Kurdistan24 re diyar kir ku di demên dawî de sazî û komeleyên xebatên Kurdî dimeşandin, hatine girtin. Bîlîcî anî zimên ku yek ji wan mafên bingehîn, perwerdehiya zimanê zikamakî ye, lê li Turkiyeyê hîn jî pergala pişaftinê û zextên li ser Kurdî, bi temamî ranebûne.

Serokê ÎHD’ê yê Diyarbekirê Racî Bîlîcî ji K24ê got: “Di dema pêvajoya çareseriyê de bi rastî destûr dihat dayîn ku xebatên Kurdî bên kirin, hin zaningeh jî vebûn, bi garantiya makezagonê nebin jî zaningehên ku perwerdehiya Kurdî didan vebûn, lê piştre destwerdan li wan jî hat kirin û Kurdî-Der û Enstutiya Kurdî jî hat girtin.”

Ji ber yekemîn Kovara bi zimanê Kurdî ya tîpên latînî “Hawar”  di 15’ê Gulana sala 1932’yan de, li Şamê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan û Hevalên wî yên wekî Osman Sebrî, Nuretîn Zaza, Qedrî Can û Cigerxwîn ve hatiye derxistin, di sala 2006’an de ev roj wekî “Cejna Zimanê Kurdî” hatiye pejirandin û tê pîrozkirin.