Tirkiyê yekem xala çavdêriyê li Idlibê danî

Hat ragihandin ku yekem xala çavdêriyê ji aliyê Tirkiyê ve li parêzgeha Idliê hate danîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku yekem xala çavdêriyê ji aliyê Tirkiyê ve li parêzgeha Idliê hate danîn.

Erkanên Tirkiyê ragihand hêzên wan li parêzgeha Idlibê li Sûriyê xaleke çavdêriya rewşa şer di çarçoveya devera kêmkirina şer de, li gorî naveroka rêketinên Astanayê pêk anîne.

Di 12 vê mehê de hêzên Tirkiyê dest bi avakirina xalên çavdêriyê kirine û îro avakirina yekem navend ji bo çavdêriya agirbestê bidawî kirin û di avakirina xalên din yên çavdêriyê de berdewam in.

Beriya niha serokê Tirkiy ragihandibû ku armanc ji derbasbûna wan di Idlibê de, parastina jiyana sivîlan e, herweha parastina ewlekariya Tirkiyê ye, ji ber ku sînorê wan yên hevbeş bi Sûriyê re hene.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Sûriyê hebûna hêzên Tirkiyê li Idlibê bi binpêkirin ji serweriya Sûriyê re binav kir û daxwaz kir ji Idlibê derkevin.