Li ser vexwendina Rûsya şandeke ENKS seredana Mosko dike

Biryar e şanda ENKSê, roja Sêşema dahatî li Mosko li gel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov jî bicive.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e  sibe şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê (ENKS), bi serokatiya serokê wê Siûd Mela û Serokê Komîteya Pêwendiyên derve Kamîran Haco û endamê wê komîteyê Ibrahîm Biro û nûnerê ENKS di desteya danûstandinan ya opozsyona Sûryê de Hewas Egîd, seredana Mosko bike û li gel berpirsên wezareta derve ya Rûsya bicive.

Herwiha biryar e şanda ENKSê, roja Sêşema dahatî li Mosko li gel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov jî bicive.

Li gorî zanyariyên K24ê, şanda ENKS wê mijara pêkanîna Komîteya Danîna Destûra Sûryê ya nû li gel berpirsên Rûsî gotûbêj bike, herwiha wê behsa mijarên girêdayî rojavayê Kurdistanê bikin û bitaybetî wê behsa rewşa Efrînê bikin.

Di Êlûna 2017an de jî, şandeke ENKS seredana Mosko kiribû û li gel wezareta derve ya wî welatî hejmarek civîn lidar xistibû.

N.O