Gelo di nava AK Partî de hevdîtinên paşperdeyî hene?

Hem di bernameya nû ya AK Partî û hem jî ya HDPê de behsa wê yekê têkirin ku proseseke nû dê dest pê bike ji bo çareseriya kêşeyan û aştiyê. Gelo li ser van esasan çavdêrên siyasî çi difikirin, di nava AK Partî û HDPê de mimkûne ku proseseke nû dest pê bike?
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Hem di bernameya nû ya AK Partî û hem jî ya HDPê de behsa wê yekê têkirin ku proseseke nû dê dest pê bike ji bo çareseriya kêşeyan û aştiyê. Gelo li ser van esasan çavdêrên siyasî çi difikirin, di nava AK Partî û HDPê de mimkûne ku proseseke nû dest pê bike?

Li gorî îdiayan tê gotin Erdogan wê di di kongreya Ak Partiyê de behsa aştiyê û proseseke nû bike. Berdevkê HDPê Osman Baydemîr jî gotibû egera wê yekê heye ku di nêzîk de rûdanên siyasî yên pozîtîf pêk bên. Berî Baydemîr, Demirtaş jî behsa tifaqên nû kiribû. Tifaqa ku Demirtaş qala wê dike û nexşerêya nû ya Erdogan tê çi wateyê?

Çavdêrê siyasî û rojnameger Yaşar Aydin ev mijar nirxand û diyar kir ku li gor medya nêzîk hikûmetê û siyasetmedarên AK Partiyê encamên 16ê Avrêlê daye nîşan ku beyî Kurdan wê Erdogan nikaribe di hilbijartineke din de bi ser bikeve. Loma jî di kongreyê de û piştî wê jî bi rûdanên Rojhilata Navîn ve jî têkîldar wê ji bo proseseke nû hewl bide ku rey û dilê Kurdan qezenç bike.

Çavdêrê Siyasî û rojnameger Yaşar Aydin ji K24ê re wiha axivî: "Piştî banga Demirtaş ya derbarê detspêkirina proseseke nû de, bi baweriya min wê ji encama kongreya HDPê li ser bingeha avakirina destûreke nû, tekstekî ku peyama vegera ser maseyê dihewîne derkeve. Lê ji aliyê Erdogan ve em nikarin heman tiştî bibêjin. Piştî kongreyê ger Erdogan lijneya navendî ya AK Partiyê û lijneya wezîran bigûherîne ev wê bibe wek mesajekê ji bo proseseke nû."

Parlamenterê AK Partiyê Azmî Ekîncî li ser pirsa “Ji bo proseseke nû ya çareseriyê di nava AK Partî û HDPê de hevdîtin pêk tên an na?” got; ne HDP ne jî partiyeke din, di çareseriya kêşeya Kurd de tenê gel muxatab e. Lê wê dizayneke nû pêk bê.

Parlaemnterê AK Partiyê Azmî Ekîncî got jî: “Piştî 16ê Avrêlê bendewariya di warê pêngaveke nû, demokrasî, guherîn û veguherîn herwiha tevgereke reformê de jixwe li Tirkiyê heye. Di kongreya roja yekşemê de ew guherîn û vegûherîn wê di van xalan de pêk bên. Ne tenê di warê meseleya Kurd de ji bo hamû meseleyên Tirkiyê wê pêngav bên avêtin. Serokkomarê me wê rojê wê bernameyeke 6 mehî ragihîne. Peyameke siyasî heye di encama 16ê Avrêlê de. Di çarçoveya vê peyamê de diyare wê dizayn û sererastkirineke nû pêk bê.”

Bi boçûna analîstên polîtîkayê derbarê proseseke nû de egera wê yekê heye ku Serokkomar Erdogan ji cihekî ku sala 2019an dibîne gavekê biavêje heye. HDP jî di van demen dawîn de peyamên nerm radigihîne û her diyar dike ku ew careke din dixwazin vegerin ser maseyê. Li gorî çavdêrên siyasî jî kongereyên AK Partî û HDPê ji bo destpêkirina proseseke nû ya çareseriyê fersendeke mezin e.