Iran: Jiber piştgiriya Referendûma Kurdistanê , 2 sal siza da welatiyek Kurd

Welatiyek rojhilatê Kurdistanê, ji ber piştgîriya wî ji bo Referandûma başûrê Kurdistanê, bi tevgera dijî asayişa neteweyî ya Iranê hat tometbar kirin, û sizaya du sal zindan bi ser hate sepandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyek rojhilatê Kurdistanê, ji ber piştgîriya wî ji bo Referandûma başûrê Kurdistanê, bi tevgera dijî asayişa neteweyî ya Iranê hat tometbar kirin, û sizaya du sal zindan bi ser hate sepandin.

Rêxistina Hengaw a mafên mirovan belavkiriye, Dadgeha Şoreş a bajarê Seqiz li parêzgeha Sine ya rojhelatê Kurdistanê, welatiyek Kurd bi navê Eta Rehmanzade ji ber piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi propaganda ya li dijî Komara Islamî ya Iranê hat tometbar kirin, û sizaya du sal zindanî biser hate sepandin.

Eta Rehmanzade naskirî bi Şemal Seqizî, piştî referandoma Herêma Kurdistanê hatibu binçavkirin , û piştre bi kefaleta 70 milyon Tumen, heta birêveçûn a dadgehkirina wî hatibû azad kirin. 

 

 

C.B