Turk: HDP hewlek mezin dide bibe partiyek Tirkiyeyî
K24 – Navenda Nûçeyan
Siyasetmedar Ahmet Turk radigihîne: Ew wekî HDP hewlek mezin didin ko bibin partiyeke Tirkiyeyî.
Namzetê HDPyê yê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Tûrk dibêje, di nava partiya wan de bîr û baweriyên cûda hene, lê armanca wan a sereke biratiya gelên Tirkiye ye.
Ew wekî HDP hewlek mezin didin ko bibin partiyek Tirkiyeyî. Lê rewşenbîr û hunermendên Tirkiyê vê armanca HDPyê nakin rojeva Tirkiyê.
Siyasetmedar Ahmet Tûrk herwiha bersiva Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî da, diyar kir ko, ti kesek 15 salî bêrêzî li wî nekiriye û gotinên Suleyman Soylu, bêbingeh û ji rastiyê dûr in.
C.B