Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaza cihê xwe di destûra Sûriyê de dikin

Bi armanca avakirina encumeneke taybet bi jinan, hejmarek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li bajarê Qamişlo lidar xist. Jinên beşdar ji hemû deverên Bakurê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî yên deverê bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi armanca avakirina encumeneke taybet bi jinan, hejmarek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li bajarê Qamişlo lidar xist. Jinên beşdar ji hemû deverên Bakurê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî yên deverê bûn.

Ji mijarên ku di civînê de hatin gingeşekirin, beşdariya jinê di nîvsandina distûra Sûriyê de û çawa jin di distûrê de bibe xwedî maf bûn.

Endama Kordînasyona Kongira Star Foza Yosif ji K24ê re got: “Du mijarên sereke hatin gengeşekirin, yek îradeya jinê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi awayekî rêkxistinkirî biteyisîne ji bo rêveberiya giştî. Herwiha aliyekî wê yan din jî di Sûriya bi giştî de çawa di destûra kun û çê bibe jin bibe xwedî maf.”

Jinên beşdar dibêjin, piştî sala 2011an jin li Sûriyê bi awayekî zêdetir bi rola xwe rabû. Herwiha didin zanîn ku giringiya vê civînê ewe ku bandora jinê li civakê bêhtir dibe û nerîna xwe dighîna raya giştî.

Nûnera Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wihdê) Zehiya Alereşî ji K24ê re wiha axivî: “Ji 2011an ve şoreşeke jin a pir mezin rabûye û guhartineke li Sûriyê çê bûye, lê divê em jinê li cihê wê be, ji ber ku di pêşerojê de tiştin dê bên guhartin û destûra Sûriyê çê bibe û divê jin cihê xwe di destûra Sûriyê de bigire.”

Civîn bi destpêşxeriyekê ji Kongira Star hate lidarxistin û bi tenê rojekê dom kir. Di civînê de komîteyeke amadekar hate avakirin bo damezrandina encûmena jinê ya ku di rojên bê de dê were avakirin.