Turk: Diyalog werin kirin, PKKê dê çekan dane

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk, heger Tirkiye dixwaz bike ku di riya demokrasî û diyalogê re gotûbêj werin kirin, PKKê dê çekên xwe dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk, heger Tirkiye dixwaz bike ku di riya demokrasî û diyalogê re gotûbêj werin kirin, PKKê dê çekên xwe dane.

Siyasetmedarê Kurd û Şarederê Mêrdînê yê ji kar hatiye dûrxistin Ehmet Turk di hevpeyvîna ligel K24ê de ku îşev demjimêr 22:00 dê were weşandin, ragihand, Kurd piştevaniya Kurd nakin û heger ew daxwazê jî ji Kurdan bikin ku piştevaniya wê bikin, Kurd nakin.

Derbarê piştgîriya HDPê ji Muherem Înce re di tura duyem de, Turk got, tiştê ji bo demokrasiyê û ji bo guhartina vê sîstema niha were guhartin û zilma li ser gelê Kurd bidawî bibe, ewê piştgîriya wê bikin.

Herwiha Ehmed Turk got, heger birastî Tirkiye dixwaz bike ku di riya demokrasî û diyalogê re gotûbêj werin kirin, PKKê dê çekên xwe dane.

 

 

S. B