Amerîka 3 girûpên Heşda Şeibî wek terorîst nasand
K24 - Navenda Nûçeyan
Kongirêsa Amerîkî di pirojebiryarekê de, Esayib Ehl El-Heq bi rêberatiya Qeys Xez'elî û Tevgera Nuceba bi serokatiya Ekrem Keibî û Hizbullaha Iraqî wek rêxistinên terorîstî nasand û ew piroje ji bo Encûmena Pîran şand daku deng li ser bide.
Ew girûpên çekdar yên Şî'e mezhebên Iraqê, hatine tometbarkirin ku rasterê ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û Îran wan birêve dibe û di dema derbasbûyî de, çendîn caran gef li hêzên Amerîkî li Iraq û li navçeyê kirin daku ji Iraqê derkevin, heger dernekevin ewê êrîşî hêzên Amerîkî bikin.
Di çend mehên derbasbûyî de, serkirdeyên wan girûpên şî'î li Lubnanê û li nêzîkî sînorên Israîlê hatin dîtin û ew yek wek gefekê li ser Israîlê hat hejamrtin.
Ev jî di demekê de ye, ku ew girûpên çekdarên Şî`e di nav Heşda Şeibî de, roleke serekî di êrîşa ser Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê de lîstin û bi çek û tankên Amerîkî êrîşî Pêşmerge kirin, piştre gellek rexne li Amerîka hatin kirin ku çekên wê ketine destê milîsên Şî`e yên ser bi Îranê ve.
N.O