Vîdyo.. Li Kerkûkê teqe di çalakiyeke Şasiwar Ebdilwahid de çêbû û birîndar hene

Ev diwem car e şer di navbera alîgirên Şasiwar û alîgirên lîstên din de çêdibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî haydar li Kerkûkê ragihand, dema ku serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdilwahid li Kerkûkê bangeşe ji bo lîsta xwe dikir, bûyereke teqekirinê çêbû û çend kes birîndar bûn.

Wî jêderî diyar kir, ku kongirê wê Tevgerê li hola Çîmen ya li ser riya Silêmaniyê li bajarê Kerkûkê birêve çû, lê di dawiyê de, şerekî mezin çêbû û çendîn kes jî birîndar bûn.

Heman jêderî zelal kir, piştî ku Şasiwar gotara xwe temam kir, şerê destan di navbera alîgirên wî û endamên YNKê de destpê kir û piştre çek hatin bikaranîn û êrîşî Sasiwar hat kirin, piştre jî hêzên polîs gihiştin cihê bûyerê û rewş kontrol kirin".

Lê wî jêderî behsa hejmara birîndaran û sedema çêbûna wî şerî nekir.

Piştî destpêkirina bangeşeya hilbijartinan, ev diwem car e şer di navbera alîgirên Şasiwar û alîgirên lîstên din de çêdibe, berî niha di 15ê vê mehê de, ku yekem roja bangeşeya hilbijartinan bû, di dema birêveçûna kongirekî Şasiwar Ebdilwahid li devera Raperîn, şer û pevçûn çêbûn û çend kes birîndar bûn.

N.O