Çawîşoglu: Turkya ji Amerîka ewletir û aramtir e
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand ku ewlehiya Tirkiyê ji ya Amerîka gellekî bêtir e.
Çawîşoglu di çarçoveya serdana xwe de ji bo Amerîka, pirsên rojnamevanan bersivand û got: "Nabe Amerîka welatiyên xwe ji bo serdana Tirkiyê hişyar bike. Êrîşên terorê û bûyerên rojane yên li Amerîka çêdibin û hejmara kesên ku di wan êrîşan de tên kuştin, ji yên Tirkiyê zêdetir in. Ji ber vê yekê Tirkiye ji Amerîka ewletir e".