Operayona Idlibê dikele

Rêjîma Sûriyê hêzeke zêde ber bi Idlibê ve dibe, Sêkoşeya li rojavayê Idlibê (Deşta el-Xab, Çiyayê Kurdan û rojavayê Cisr el-Şixûr) ji aliyê rêjîma Sûriyê ve tê topbarankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê hêzeke zêde ber bi Idlibê ve dibe, Sêkoşeya li rojavayê Idlibê (Deşta el-Xab, Çiyayê Kurdan û rojavayê Cisr el-Şixûr) ji aliyê rêjîma Sûriyê ve tê topbarankirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, wek amadekirina ji operasyona li ser Idlibê, artêşa Sûriyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve bi berdewamî hêzê ber bi rojavayê Idlibê li hember çekdarên opozîsyona Sûriyê ve vediguhêze.

Da zanîn jî, şeva bûrî artêşa Sûriyê Sêkoşeya li rojavayê Idlibê Deşta el-Xab, Çiyayê Kurdan û rojavayê bajarokê Cisr el-Şixûr) topbaran kir, bêyî ku encama wê topbaranê bê zanîn.

Rewangehê belav kir jî, li aliyê din ve grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, riyên îmdadê di navbera Çiyayê Tirkuman û Tifahiyê de vekirine û çeperên xwe bi anîna çebilxane û bi sedan çekdar tund kirine.

Herwiha ji bo rûbirûbûna êrîşa pêşbînîkirî ya ji aliyê artêşa Sûriyê ve, grûpên çekdar ên li Idlibê bi serperiştiya Tirkiyê, bi navê Artêşa Niştîmanî bo Rizgarkirinê hêzekê ji 35 hezar çekdarî amade dike. 

Amadehiya artêşa Sûriyê ji operasyona Idlibê re, piştî bidawîbûna operasyona li Der'a û Qunêtra yên li başûrê Sûriyê tê, Serokê Sûriyê Beşar Esed gotibû, ewê dest bi operasyona Idlibê bikin û wê kontrol bikin.

Parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê dikeve ser sînorê Tirkiyê û başûrê rojavayê Efrînê, di vê derbarê de tevî ku demek e ji aliyê fermandarên YPG û HSDê tê ragihandin ku ew amade ne li aliyê artêşa Sûriyê beşdarî wê operasyonê bibin.

Lê îro Peyvdarê Fermî yê HSDê Kîno Gabiryêl di daxuyaniyekê de ragihand, ku şervanên wan amade ne  ji bo kontrolkirina tevahiya axa Sûryê, li dijî terorîstan û Artêşa Tirkiyê şer bikin, lê wan hîna bi rêjîma Sûriyê li ser wê operasyonê lihev nekiriye.

Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da aliyên şer, ku niha nêzîkî 4 milyon kes li Idlibê dimînin, heger hat û şerê bejayî destpê kir, dê golên xwînê li deverên sivîlnişîn çê bibin.

Neteweyên Yekbûyî herwiha ji aliyên şer xwast, ku bi riya gotûbêjên aştiyane pirsa Idlibê çareser bikin.

 

S. B