Bahçelî: Rawestandin û vegera ji şer xiyaneta Tirkiye ye!

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Nîjadperest a Tirk MHP Dewlet Bahçelî di daxûyaniya ragihandî medya de destnîşankir ku, “Em terorîstan li kude bibînin divê em wan wenda bikin. Rawestandina şer an vegera ji şer xiyaneta Tirkiye ye”.

Ligor şîrovekaran ev daxûyaniyên MHP nûşan a wê ne ku, hêzên nîjadperest ên Tirk ji şer memnûn in û her dixwazin pirsa Kurd a bakurê Kurdistanê di rewşa şer û aloziyan de bimîne.